Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 41:10 - Kurmanji Încîl

10 Îsmaîlê kurê Natanya keçên padîşah û hemû mirovên li Mîspayê mane dîl girtin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan xistibûn bin emrê Gedalyayê kurê Ahîqam. Piştî ku wî ew dîl girtin, bi rê ket ku derbasî alî Emmoniyan bibe.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 41:10
13 Referans Kwoze  

û wan jê re got: “Ma tu dizanî ku Baalîsê Padîşahê Emmoniyan, Îsmaîlê kurê Natanya şandiye ku te bikuje?” Lê Gedalyayê kurê Ahîqam ji wan bawer nekir.


Gava hemû fermandarên li çolê bihîst ku Padîşahê Babîlê Gedalyayê kurê Ahîqam li ser welêt kiriye walî û daniye ser jin, mêr û zarokên feqîrên welêt ku sirgûnî Babîlê nekirine,


Lê gava Sanballatê Horonî, Toviyayê Peywirdarê Emmoniyan û Geşemê Ereb ev yek bihîst, wan em kêm dîtin û henekên xwe bi me kirin. Wan got: “Hûn çi dikin? Ma hûn li dijî padîşah serî hildidin?”


Sanballatê Horonî û Toviyayê Peywirdarê Emmonî ev yek bihîst. Hatina kesekî ku li qenciya gelê Îsraêl digere, ew gelekî aciz kirin.


Padîşahê Babîlê, li Rîvlayê kurên Sîdqiya li ber çavê wî serjê kirin. Wî hemû pêşengên Cihûdayê jî li wir serjê kirin.


Xudan wiha dibêje: “Vî zilamî wekî kesekî bêzarok binivîsin ku qet bi ser neketiye. Ku wê qet bi ser nekeve. Çimkî wê kesekî ji ziriyeta wî bi ser nekeve, Wê li ser textê Dawid rûnene Û li Cihûdayê serweriyê neke.”


“Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite