31 Çimkî min dengê jinekê bihîst Ku ketiye ber zarokan Û êşa zikê pêşî dikişîne. Ev qîrîna Siyona keç bû, Ew bi destên vekirî û bêhnçikandî dibêje: “Wey li min! Ez li ber kujeran xayîs bûm.”
Siyon destên xwe vedike, Lê tu teselîkarê wê tuneye. Xudan li dijî Aqûb emir kir Ku kesên derdorê jê re bibin neyar. Orşelîm di nav wan de bû kirêtiyek.
Wey li min! Ez bûm wekî kesê piştî berhevkirina fêkiyên havînê Û piştî çinîn û efarekirina tirî, gûşiyek jî nabîne. Hejîrên beriya havînê neman ku dilê min diçê!
Ya Xudan binêre! Ez di tengasiyê de me, kezeba min xwînî dibe. Dilê min peritî, Çimkî ez gelek serhildêr bûm. Li derve şûr bêzarok dihêle, Li malê tenê mirin heye.
Niha bipirsin û bibînin, Ma mêrek zarokan tîne?! Nexwe çima her mêr bi destê xwe zikê xwe digire? Ez ji bo çi wan wekî jina zarok tîne dibînim? Çima hemû rû çilmisî ne?
Loma kurên wan bide ber xelayê, Wan bavêje ber şûr. Bila jinên wan bibin jinebî û bêzarok. Bila mirin mêrên wan bikuje û bibe, Bila xortên wan di şer de bi şûr bên kuştin.
Ez herim zeviyê, ezê kesên bi şûr hatine kuştin, Ez herim bajêr, ezê kesên ji ber xelayê nexweş in bibînim. Çimkî pêxember jî, kahin jî, Li seranserê welêt digerin lê tiştekî nizanin.’”
Rebeqayê ji Îshaq re got: “Ez ji rûyê wan jinên Hîtîtî ve ji jiyanê têr bûm. Heke Aqûb jî bi keçên vî welatî re, bi keçên Hîtîtî re bizewice, ezê çawa bijîm?”
Ya Siyona keç! Wekî jina zarok tîne, êş û janê bikişîne! Çimkî tê niha ji bajêr derkevî û li çolan kon vedî. Tê herî Babîlê û li wê derê bêyî azadkirin. Li wir, wê Xudan te ji destê dijminên te rizgar bike.