Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 4:29 - Kurmanji Încîl

29 Hemû bajar ji ber dengê siwar û tîravêjan direvin. Dikevin nav dar û deviyan û hildikişin zinaran. Terka hemû bajaran hate kirin, tu kes lê nema.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 4:29
14 Referans Kwoze  

Şêr ji hewinga xwe derket, Xerabkar ku miletan helak dike da rê. Ew ji cihê xwe derket Ku welatê te wêran bike. Wê bajarên te xera bibin, Wê tu kes lê nemîne.


Hingê mirov wê dest pê bikin û ji çiyan re bêjin: ‹Çiyano, bi ser me de bikevin! Û ji giran re bêjin: Girno, me veşêrin!›


Min dît, Reb li ba gorîgehê sekinîbû. Wî got: “Li serikên stûnan bixe, bila binên wan bihejin, Li ser serê tevahiya gel wan perçe bike. Ezê saxmayiyan bidim ber şûran, Wê tu kes nereve, wê tu kes nefilite.


Di sûrên bajêr de qulek hat vekirin û tevahiya leşkeran reviyan. Tevî ku Kildaniyan seranserê bajêr dorpêç jî kiribû, ew bi şev, di dergehê di navbera herdu dîwarên li ber bexçeyê padîşah re ber bi Eravayê ve reviyan.


Wê hezar kes bi tirsandina kesekî birevin. Bi tirsandina pênc kesan hûnê hemû birevin, Heta hûn tenê bimînin, Wekî nîşanekî serê çiyê Û aleke li ser girekî.


Îsraêliyên ku dîtin rewşa wan xerab e û leşkerên wan asê bûne, rabûn di şikeft, devî, zinar, kortik û sarincan de xwe veşartin.


Wê Xudan mirovan bavêje derên dûr, Deverên welêt ên vikîvala wê zêde bin.


Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in, Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye. Ew li hespan siwar dibin, Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine. Ew li dijî te ne, ya Siyona keç!”


“Ezê gelek masîgiran bînim û wê wan bigirin.” Ev e gotina Xudan. “Piştre ezê gelek nêçîrvanan bînim û wê li ser her çiyayî, li ser her girî û di qelîştokên zinaran de nêçîra wan bikin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite