Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 4:17 - Kurmanji Încîl

17 Wekî nobedarên zeviyê, Dor li Orşelîmê bipêçin. Çimkî wê li dijî min serî hilda.’” Ev e gotina Xudan.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 4:17
16 Referans Kwoze  

Lê dilê vî gelî serhişk û serhildêr e, Ew bû serhildêr û çû.


“Xudan rast e, Çimkî ez li dijî fermana devê wî derketim. Lê hemû gelno! Bibihîzin û êşa min bibînin. Keç û xortên min çûn sirgûnê.


Orşelîmê gelek guneh kir, Loma ew kirêt bû. Hemû kesên qedrê wê digirt, niha wê kêm dibînin. Çimkî wan tazîbûna wê dît. Ew jî dinale û berê xwe dide alî.


Çimkî ew miletekî serhildêr e, Zarokên derewkar in, Zarokên ku naxwazin Şerîeta Xudan bibihîzin.


Siyona keç Wekî holika nav rez, Çardaxa nav bostanê xiyaran Û bajarekî dorpêçkirî maye.


Lê te li hember wan bi salan sebir kir û te bi Ruhê xwe, bi riya pêxemberên xwe ew hişyar kirin. Lê wan guh neda loma te ew da destê gelên welatan.


“Lê belê guhdariya te nekirin û li dijî te serî hildan. Şerîeta te avêtin pişt guhên xwe. Pêxemberên te yên ku ji bo ew li te vegerin, şahidiyê dikirin, kuştin. Çêrên gelek mezin jî kirin.


Ji roja ez we nas dikim heta îro hûn hergav li dijî Xudan derketin.


Di roja dehê meha dehan a nehsaliya padîşahiya Sîdqiya de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe re hat Orşelîmê û artêşgeh ava kir. Li derdora sûrên wê pal çêkirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite