Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 38:9 - Kurmanji Încîl

9 “Ya xweyê min padîşah! Her tiştên ku van zilaman bi Yêremyayê Pêxember kirin xerab in. Wan ew avêt sarincê û wê li wê derê ji birçîbûnê bimire. Çimkî li bajêr nan nema.”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 38:9
12 Referans Kwoze  

Li ser vê yekê Sîdqiyayê Padîşah emir da ku Yêremya bixin hewşa parêzvanan. Heta ku li bajêr nan hebû, wan her roj ji Kuçeya Nanpêjan nanekî da wî. Bi vî awayî Yêremya li hewşa parêzvanan ma.


Di roja nehê meha çaran de li bajêr xela wisa dijwar bû ku êdî nanê gelê welêt nema.


Heke ji ber zêdebûna gel tirsiyabim Û kêmdîtina binemalan ez şikandibim, Ez bêdeng mabim û ji derî derneketibim,


Li ser vê yekê Eved-Melek ji qesrê derket, çû ba padîşah û got:


Padîşah li Eved-Melekê Kûşî emir kir û got: “Sê kesan ji vir bibe û beriya ku bimire, Yêremyayê Pêxember ji sarincê derxe.”


Hemû gelê wê li nên digere û dinale. Tiştên xwe yên hêja dan xwarinê Ku hêza wan vegerîne. Dibêje: “Ya Xudan! Binêre û bibîne Ka ez çiqas sefîl bûm.”


Wan ez sax avêtim bîrê Û kevir avêtin ser min.


Ezê goştê kur û keçên wan bi wan bidim xwarin. Gava dijminên li pey kuştina wan dor li wan bipêçin, wê ji ber tengasiyê goştê cîranan bixwin.’


Lê ezê di wê rojê de te rizgar bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Tê nekevî destê kesên ji wan ditirsî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite