Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 38:3 - Kurmanji Încîl

3 Xudan wiha dibêje: ‘Wê ev bajar esse bikeve destê artêşa Padîşahê Babîlê û bê desteserkirin.’”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 38:3
7 Referans Kwoze  

Min ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê berê xwe da vî bajarî.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê ev bajar bikeve destê Padîşahê Babîlê û wê ew bajêr bişewitîne.’”


‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.


Xudan ji bo padîşahê li ser textê Dawid rûdine, hemû gelê ku li vî bajarî rûdine û birayên we yên ku bi we re neçûne sirgûnê wiha dibêje.


Lê tu neçî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, wê ev bajar bikeve destê Kildaniyan û wê bajêr bişewitînin. Tê jî nikaribî ji wan birevî.’”


Hemû kesên li vî bajarî bimînin, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Lê kesê here teslîmî Kildaniyên dor li bajêr dipêçe bibe, wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên.


Wê Kildanî jî vegerin, li dijî vî bajarî şer bikin, bajêr desteser bikin û bişewitînin.’


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite