Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 38:11 - Kurmanji Încîl

11 Eved-Melek zilam hildan û çûn odeya jêrîn a binê xezîneya qesrê. Wan ji wê derê cil û kincên çiriyayî hildan û bi werîsan dirêjî Yêremyayê binê sarincê kirin.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 38:11
5 Referans Kwoze  

Lê Eved-Melekê Kûşî yê li qesrê karmend bû, bihîst ku wan Yêremya avêtine sarincê. Di vê navberê de padîşah li Dergehê Binyamînê rûdinişt.


Padîşah li Eved-Melekê Kûşî emir kir û got: “Sê kesan ji vir bibe û beriya ku bimire, Yêremyayê Pêxember ji sarincê derxe.”


Eved-Melekê Kûşî ji Yêremya re got: “Cil û kincên çiriyayî bixe navbera werîs û binçengên xwe.” Yêremya wisa kir.


Hemû zêr û zîv, tiştên tûnc û hesin ji Xudan re pîroz in. Wê herin xezîneya Xudan.”


Wê gavê wan Yêremya girt û avêt sarinca Malkiyayê kurê padîşah ku li hewşa parêzvanan bû. Wan Yêremya bi werîsan daxist jêr. Di sarincê de ne av, tenê herî hebû. Yêremya ket nav heriyê.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite