Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 38:10 - Kurmanji Încîl

10 Padîşah li Eved-Melekê Kûşî emir kir û got: “Sê kesan ji vir bibe û beriya ku bimire, Yêremyayê Pêxember ji sarincê derxe.”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 38:10
7 Referans Kwoze  

Dilê padîşah coya avê ye ku di destê Xudan de ye, Bi ku ve bixwaze, dişîne wê derê.


«Ezê hemû hêza xeraban bişikînim, Belê wê hêza rastan bilind bibe.»


Ahaşwêroşê Padîşah ji Estera Şahbanû û Mordexayê Cihû re got: “Binêrin, min mal û milkê Haman da Esterê û ji ber ku dixwest Cihûyan tune bike, min ew daleqand.


Gava wî dît ku Estera Sahbanû li hewşê sekinî ye, dilê wî pê xweş bû û wî gopalê xwe yê zêrîn dirêjî wê kir. Ester nêzîk bû û destê xwe da serê gopêl.


Lê Eved-Melekê Kûşî yê li qesrê karmend bû, bihîst ku wan Yêremya avêtine sarincê. Di vê navberê de padîşah li Dergehê Binyamînê rûdinişt.


“Ya xweyê min padîşah! Her tiştên ku van zilaman bi Yêremyayê Pêxember kirin xerab in. Wan ew avêt sarincê û wê li wê derê ji birçîbûnê bimire. Çimkî li bajêr nan nema.”


Eved-Melek zilam hildan û çûn odeya jêrîn a binê xezîneya qesrê. Wan ji wê derê cil û kincên çiriyayî hildan û bi werîsan dirêjî Yêremyayê binê sarincê kirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite