Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 36:12 - Kurmanji Încîl

12 ew berjêr bû hat odeya nivîsendeyê qesrê. Hemû serek li wir rûdiniştin: Êlîşamayê Nivîsende, Delayayê kurê Şemaya, Êlnatanê kurê Exbor, Gemaryayê kurê Şafan, Sîdqiyayê kurê Hananya û hemû serekên din.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 36:12
13 Referans Kwoze  

Li ser vê yekê Yehoyaqîmê Padîşah zilam şandin Misrê: Êlnatanê kurê Exbor û kesên din.


Tevî ku Êlnatan, Delaya û Gemarya ji padîşah lava kir ku tomarê neşewitîne jî, wî guh neda wan.


Padîşah emir da Hîlqiyayê Kahin, Ahîqamê kurê Şafan, Exborê kurê Mîxaya, Şafanê Nivîsende û Esayayê xulamê padîşah û got:


Di meha heftan de Îsmaîlê kurê Natanyayê kurê Êlîşamayê ku ji ziriyeta padîşah û karmendekî padîşah bû, bi deh zilaman e re li Mîspayê hat ba Gedalyayê kurê Ahîqam. Gava wan li wir, li Mîspayê bi hev re xwarin xwar,


Gava Yehoyaxîn bû padîşah hijdeh salî bû. Wî li Orşelîmê sê mehan padîşahî kir. Diya wî Nehûştaya keça Êlnatanê Orşelîmî bû.


Hîlqiyayê Kahin, Ahîqam, Exbor, Şafan û Esaya çûn ba Hûldaya Pêxember ya ku jina Şallûmê kurê Tîqwayê kurê Harhas e. Şallûm nobedarê kincên Perestgehê bû. Hûlda li taxa diduyan a Orşelîmê dima. Ew pê şêwirîn.


Di hijdehsaliya padîşahiya xwe de Yoşiya, Şafanê Nivîsendeyê kurê Asalyayê kurê Meşûllam şand Mala Xudan û jê re got:


Li ser vê yekê serekan ji padîşah re got: “Bila ev zilam bê kuştin. Çimkî bi gotinên wiha destê şervanên li vî bajarî mane û hemû gel sist dibe. Ev zilam ne xêrê, lê xerabiya vî gelî dixwaze!”


Gava serekên Cihûdayê ev yek bihîst, ji qesrê derketin, çûn Mala Xudan û li ber devê Dergehê Nû yê Mala Xudan rûniştin.


Lê Ahîqamê kurê Şafan, Yêremya parast û ji bo ku wî nekujin, neda destê gel.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite