Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 34:8 - Kurmanji Încîl

8 Piştî ku Sîdqiyayê Padîşah bi gel û koleyên li Orşelîmê re peymaneke azadkirinê çêkir, ev gotina Xudan ji Yêremya re hat.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 34:8
18 Referans Kwoze  

Hûnê sala pênciyan pîroz bihesibînin û wê ji bo hemû şêniyên welêt azadî bê diyarkirin. Wê ew sal ji bo we bibe Sala Azadiyê. Wê herkes ji we vegere ser milkê xwe û ba malbata xwe.


“Loma Xudan wiha dibêje: ‘We guh neda min û ji bira û cîranê xwe re azadî îlan nekir. Va ye ezê li dijî we azadiyê îlan bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê azadiyê bidim şûr, kul û xelayê ku hûn tune bibin! Ezê we di çavê padîşahiyên dinyayê de bikim mijara sawê.


Yehoyada di navbera Xudan, gel û padîşah de peymanekê çêkir ku gel bibe gelê Xudan. Herwiha di navbera padîşah û gel de jî peymanekê çêkir.


Ruhê Reb Xudan li ser min e, Çimkî Xudan ez kifş kirim. Wî ez şandim ku mizgîniyê bidim bindestan, Birîna dilşikestiyan bipêçim, Azadiyê ji êsîran re Û vebûna zîndanê ji girtiyan re diyar bikim,


“Her dem li ser vê yekê em peymaneke xurt çêdikin û dinivîsin. Serekên me, Lêwiyiyên me û kahinên me peymanê mor dikin.”


“Gava birayê we yan xwişka we ya Îbranî bifiroşin we, wê şeş salan xulamiya we bike, lê hûnê sala heftan wî azad bikin.


Ma rojiya ku min hilbijart ne ev e? Sistkirina werîsên xerabiyê, Vekirina nîran, berdana bindestan Û şikandina her cure nîran ne ev e?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite