Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 34:3 - Kurmanji Încîl

3 Tê jî, ji destê wî nefilitî. Tê esse bêyî girtin û wê te bidin destê wî. Wê çavê te bi çavê Padîşahê Babîlê bikeve û tê pê re rû bi rû bipeyivî. Tê herî Babîlê.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 34:3
18 Referans Kwoze  

Herwiha wê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ji destê Kildaniyan nefilite. Lê wê esse bikeve destê Padîşahê Babîlê, pê re rû bi rû bipeyive û çavê wî bi çavê wî bikeve.


Gotina Xudan ev e: “‘Paşê ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê, xulamên wî û hemû kesên bajêr ên ku ji ber kul, şûr û xelayê sax mane, bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û dijminên pey kuştina wan. Wê hemûyan bide ber şûran, canê wan nebexişîne, li ber wan nekeve û rehmê nîşanî wan nede.’


“‘Ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wî bidim destê dijminan ku li pey kuştinê ne. Ezê wan bidim destê artêşa Padîşahê Babîlê ku niha vekişiyaye.’”


Lê tu neçî ba fermandarên Padîşahê Babîlê, wê ev bajar bikeve destê Kildaniyan û wê bajêr bişewitînin. Tê jî nikaribî ji wan birevî.’”


Paşê Sîdqiyayê Padîşah şand pey wî. Gava Yêremya hat, Padîşah li qesra xwe bi dizî jê pirsî: “Gelo ji Xudan gotinek heye?” Yêremya got: “Belê! Tê bikevî destê Padîşahê Babîlê!”


‘Wê ev taxim herin Babîlê û heta roja ku ezê bala xwe bidim wan, wê li wir bimînin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê gavê ezê wan derxim û vegerînim vî cihî.’”


Çimkî Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ew hepis kiribû û jê re gotibû: “Çima tu pêxemberiyê dikî û dibêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.


Loma Xudan wiha dibêje: “Va ye, ezê vî bajarî bidim destê Kildaniyan û destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.


“‘Lê ya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê! Guh bide gotina Xudan! Xudan li ser te wiha dibêje: Tê bi şûr nemirî.


“Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite