21 “‘Ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wî bidim destê dijminan ku li pey kuştinê ne. Ezê wan bidim destê artêşa Padîşahê Babîlê ku niha vekişiyaye.’”
Herwiha wê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ji destê Kildaniyan nefilite. Lê wê esse bikeve destê Padîşahê Babîlê, pê re rû bi rû bipeyive û çavê wî bi çavê wî bikeve.
Çimkî Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ew hepis kiribû û jê re gotibû: “Çima tu pêxemberiyê dikî û dibêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Ezê vî bajarî bidim destê Padîşahê Babîlê û wê desteser bike.
Xudan wiha dibêje: “‘Çawa min Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê teslîmî destê dijminê wî Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê kir ku li pey kuştina wî bû, ezê Hofrayê Firewnê Misrê jî wisa teslîmê destê dijminên wî bikim ku li pey kuştina wî ne.’”