16 Lê we berê xwe da alî û navê min xerab kir. We xulam û xadimên ku we li ser daxwaza wan bi temamî azad kiribûn vegerandin û bi zorê kirin kole.’
Hûnê bi navê min bi derewan sond nexwin û navê Xwedayê xwe mirdar nekin. Xudan ez im.
Lê paşê zivirîn, xulam û xadimên ku azad kiribûn bi şûn ve anîn û bi zorê kirin kole.
“Tê navê Xwedayê xwe Xudan vala neyînî ser zimanê xwe. Çimkî Xudan kesên navê wî vala tînin ser zimanê xwe bêceza nahêle.
“Ez poşman bûm ku min Şawûl kir padîşah. Çimkî êdî ji pey min vegeriya û gotinên min bi cih neanî.” Hêrsa Samûêl rabû û tevahiya şevê hewar û gaziyê xwe bir Xudan.
“Bi gotina hûn dibêjin: ‘Sifreya Reb mirdar e û xwarina tê ser bêqedir e,’ hûn navê min xera dikin.
“Hûn hem xwarina mirdar tînin ser gorîgeha min, hem jî dibêjin: ‘Me çawa ew mirdar kir?’ “We sifreya Xudan nizim kiriye.