Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 3:7 - Kurmanji Încîl

7 Min got: ‘Wê li min vegere’ lê venegeriya. Cihûdaya xwişka wê ya bêbext jî ev yek dît.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 3:7
15 Referans Kwoze  

Ya Îsraêl, vegere Xwedayê xwe Xudan, Çimkî tu li sûcê xwe terpilî.


Mala Îsraêl û Mala Cihûda, Bi min re gelekî bêbextî kir.” Ev e gotina Xudan.


Gava ez li ber te dozê vekim, Tu mafdar î, ya Xudan. Lê bihêle, ez bi te re li ser edaletê bipeyivim. Çima riya xeraban bi xêr e? Her bêbext ji bo çi rihet e?


“Ma hûn nabînin ku ev gel dibêje: ‘Xudan du binemalên ku wî hilbijartin, red kirin’? Ew gelê min kêm dibînin û wekî milet nahesibînin.”


Gelê min bi biryar e ku ji min dûr bikeve, Heke ew gazî min, gazî Yê Berz bikin jî, Ezê bi tu awayî wan bilind nekim.


Ji bo vexwarina avê, Kesên du-sê bajaran çûn bajarekî, Lê bi avê têr nebûn. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.


Gelê Cihûdayê bêbextî kir. Li Îsraêlê û li Orşelîmê tiştên kirêt hatin kirin. Cihûda Pîrozgeha ku Xudan jê hez dike mirdar kir. Ew bi keça îlahekî re zewicî.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite