Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 3:20 - Kurmanji Încîl

20 Lê belê, çawa ku jinek bi mêrê xwe re bêbextiyê dike, Tu jî bi min re bêbext bûyî, ya Mala Îsraêl.’” Ev e gotina Xudan.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 3:20
11 Referans Kwoze  

Te tu caran nebihîstibû, tu caran nizanibû, Ji demên berê ve jî guhên te ne vekirî bûn. Çimkî min zanibû tu gelekî xayîn î Û hê ji zikmakî ve ji te re serhildêr dihate gotin.


Mala Îsraêl û Mala Cihûda, Bi min re gelekî bêbextî kir.” Ev e gotina Xudan.


Gelê Cihûdayê bêbextî kir. Li Îsraêlê û li Orşelîmê tiştên kirêt hatin kirin. Cihûda Pîrozgeha ku Xudan jê hez dike mirdar kir. Ew bi keça îlahekî re zewicî.


Lê wan li bajarê Adamê Peyman binpê kir. Li wê derê li min bêbextî kirin.


Bêbextiyê bi Xudan kirin, Bêyî ku bizewicin zarok çêkirin. Êdî Heyva Nû wê wan û zeviyên wan daqurtîne.


Xudan dîsa ji min re got: “Here ji jinika ku yarê wê heye û zinakariyê dike hez bike, çawa Xudan ji Îsraêliyên ku berê xwe dan îlahên din û dil dan bastîqê tirî hez dike.”


Em ji her aliyê dinyayê lavijan dibihîzin. Dibêjin: “Rûmet ji Yê rast re.” Lê min got: “Ez nemam, ez nemam. Wey li min! Bêbextan bêbextî kir, Bêbextan gelekî bêbextî kir.”


Gava ez li ber te dozê vekim, Tu mafdar î, ya Xudan. Lê bihêle, ez bi te re li ser edaletê bipeyivim. Çima riya xeraban bi xêr e? Her bêbext ji bo çi rihet e?


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite