Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 29:1 - Kurmanji Încîl

1 Gotinên nameya Yêremyayê Pêxember ev in ku wî ji Orşelîmê ji rîspiyên sirgûnbûyî yên saxmayî, kahin, pêxember û tevahiya gelê ku Nebûxadnessar ji Orşelîmê sirgûnê Babîlê kiribû re şand.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 29:1
16 Referans Kwoze  

Mordexay ev tişt dan nivîsandin û ji hemû Cihûyên ku dûr û nêzîk li hemû herêmên Ahaşwêroşê Padîşah rûdiniştin re name şandin.


Îcar birano, ez hêvî ji we dikim, van peyvên şîretê ragirin. Çimkî min ji we re kurt nivîsî.


Bi destê wan ev name nivîsîn: «Birayên we şandî û rihspî, silavan li bawermendên ji miletên din ên li Entakya, Sûriye û li Kîlîkyayê dikin.


Çimkî eger min bi nameya xwe hûn xemgîn kiribin jî, ez ne poşman im. Eger ez poşman bûbim jî – çimkî ez dibînim, ji bo demekê be jî, wê nameyê hûn xemgîn kirine –


Ezê Yehoyaxînê kurê Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê û hemû sirgûniyên Cihûdayî yên ku çûne Babîlê dîsa vegerînim.’ Ev e gotina Xudan. ‘Çimkî ezê nîrê Padîşahê Babîlê bişikênim.’”


Binêrin, ez bi destê xwe ji we re bi çi herfên mezin dinivîsim.


Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê, diya wî, xulam, serek û karmendên qesra wî teslîmî Padîşahê Babîlê bûn. Di heşt saliya padîşahiya xwe de Nebûxadnessar ew dîl girt.


Hananyayê Pêxember di meha heftan a wê salê de mir.


Çimkî Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Bila falbaz û pêxemberên di nav we de, we nexapînin. Guh nedin xewnên wan.


Ya hûn hemû sirgûniyên ku min ji Orşelîmê şandine Babîlê, guh bidin gotina Xudan!


Yêremya ji Seraya re got: “Gava tu hatî Babîlê, hay jê hebe û ji bîr neke tevahiya van gotinan bixwîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite