Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 27:3 - Kurmanji Încîl

3 Paşê bi destê qasidên hatine Orşelîmê ba Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê xeber bişîne padîşahên Edom, Moav, Emmon, Sûr û Saydayê.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 27:3
12 Referans Kwoze  

Xudan wiha dibêje: “Ji bo sê-çar û zêdetir neheqiyên Sûriyan, Ezê cezayê wan ranekim. Wan tevahiya gel sirgûn û teslîmî Edomiyan kir, Wan peymana biratiyê bi bîr neanî.


Ya Sayda, şerm bike! Çimkî derya peyivî, Birca deryayê dibêje: “Min ne êş kişand, Ne jî zarok anî. Min ne xort xweyî kirin, Ne jî keç mezin kirin.”


Tu li wan emir bike ku ji xweyên xwe re bêjin: ‘Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ji xweyên xwe re wiha bêjin:


Min tevahiya van gotinan ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got: “Stûyê xwe bixin bin nîrê Padîşahê Babîlê. Xulamiya wî û gelê wî bikin ku hûn sax bimînin.


Wê salê, di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, di meha pêncan a sala çaran de, Hananyayê Pêxember ê kurê Ezzûrê Gîvonî, li Mala Xudan, li ber kahin û tevahiya gel ji min re got:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite