Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 27:21 - Kurmanji Încîl

21 Erê, Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar li ser taximên li Mala Xudan, li qesra Padîşahê Cihûdayê û li Orşelîmê mane wiha dibêje:

Gade chapit la Kopi




Yêremya 27:21
9 Referans Kwoze  

Ezê hemû dewlemendiya vî bajarî, hemû hatina wî, tiştên wî yên hêja û xezîneyên padîşahên Cihûdayê bidim destê dijminên wan. Wê wan talan bikin û bibin Babîlê.


ku dema Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê, Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê kurê Yehoyaqîm bi hemû pêşengên Cihûda û Orşelîmê re sirgûnê Babîlê kir, êdî gotiye.


‘Wê ev taxim herin Babîlê û heta roja ku ezê bala xwe bidim wan, wê li wir bimînin.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê gavê ezê wan derxim û vegerînim vî cihî.’”


Xudan dibêje: ‘Wê ew roj were ku hemû tiştên di qesra te de û hemû tiştên heta niha bav û kalên te dane hev, wê bibin Babîlê. Wê tu tişt nemîne.


Koreşê Padîşahê Parsê jî, taximên ku Nebûxadnessar ji Mala Xudan a li Orşelîmê derxistibûn û danîbûn mala îlahên xwe, derxistin.


Hemû taximên zêrîn û zîvîn, pênc hezar û çar sed perçe bûn. Gava sirgûnî ji Babîlê anîn Orşelîmê, Şêşbassar tevahiya van taximan bi xwe re anîn.


Xudan dibêje: ‘Wê ew roj were ku hemû tiştên di qesra te de û hemû tiştên heta niha bav û kalên te dane hev, wê bibin Babîlê. Wê tu tişt nemîne.


Neyar dest avêt her tiştên wê yên hêja, Wê dît ku milet ketin Pîrozgeha wê jî! Erê, ew miletên ku te li wan emir kiribû Ku nekevin civaka te.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite