Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 27:13 - Kurmanji Încîl

13 Jixwe Xudan ji her miletê ku xulamiya Padîşahê Babîlê nake re gotiye. Ma tu û gelê xwe hûnê bi şûr, kul û xelayê çima bimirin?!

Gade chapit la Kopi




Yêremya 27:13
11 Referans Kwoze  

“‘Heke milet û padîşahî xizmeta Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê neke û stûyê xwe nexe bin nîrê wî, heta ku ez qedandina wan bi destê wî tînim, ezê wî miletî bi şûr, kul û xelayê ceza bikim.’” Ev e gotina Xudan.


Lê kesê xwe ji min dûr dixe, Zorê li canê xwe dike. Hemû kesên ji min nefret dikin, Ji mirinê hez dikin.”


Yêremya got: “Te nadin destê wan. Ji kerema xwe guh bide dengê Xudan ku ez ji te re dibêjim. Wê qencî bi te bê kirin û canê te sax bimîne.


“Xudan wiha dibêje: ‘Kesê ku li vî bajarî bimîne wê bi şûr, kul û xelayê bimire. Lê kesê ku here ba Kildaniyan wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên û wê bijî.’


Ezê wan di çavê hemû padîşahiyên dinyayê de bikim mijara saw û şermê. Wê li her cihê ku min ew sirgûn kirin, bibin mijar û meseloka tinazkirinê û naletkirinê.


Tê mîrasa ku min daye te bi destê xwe winda bikî, Ezê li welatê tu pê nizanî te ji dijminên te re bikim kole. “Çimkî we hêrsa min pêxist ku her û her dişewite.”


“Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite