Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 27:1 - Kurmanji Încîl

1 Di destpêka padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ji Xudan ev gotin ji Yêremya re hat.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 27:1
8 Referans Kwoze  

Wê salê, di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, di meha pêncan a sala çaran de, Hananyayê Pêxember ê kurê Ezzûrê Gîvonî, li Mala Xudan, li ber kahin û tevahiya gel ji min re got:


Min tevahiya van gotinan ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got: “Stûyê xwe bixin bin nîrê Padîşahê Babîlê. Xulamiya wî û gelê wî bikin ku hûn sax bimînin.


Paşê bi destê qasidên hatine Orşelîmê ba Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê xeber bişîne padîşahên Edom, Moav, Emmon, Sûr û Saydayê.


Di destpêka padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ev gotin ji Xudan hat û got:


Gava Sîdqiya bû padîşah bîst û yek salî bû. Wî li Orşelîmê yanzdeh salan padîşahî kir. Diya Sîdqiya, Hamûtala keça Yêremyayê Lîvnayî bû.


Di dehsaliya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku hijdehsaliya Nebûxadnessar e, gotinek ji Xudan ji Yêremya re hat.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite