9 Heke ez bêjim: “Ezê wî bi bîr neyînim, Ezê êdî bi navê wî nepeyivim,” Tiştekî ku di hestiyên min de hatibû girtin, Di dilê min de wekî êgir pê dikeve. Ez bi ragirtina xwe westiyam, Êdî nikarim ragirim.
Loma ez bi xezeba Xudan tije me, Ji ragirtina xwe ez westiyam. “Tu tevahiya wê bi ser zarokên li kuçeyan Û koma xortan de birijîne. Çimkî hem mêr hem jin, Kesên kal û bi salan ve çûne jî wê bên girtin.
Ax hinavê min, hinavê min! Ez êşê dikişînim! Ax dîwarên dilê min! Dilê min lê dide û nikarim bêdeng bim. Çimkî canê min dengê boriyan, qîrîna şer bihîst.
Li ser pêxemberan: Dilê min şikest, hemû hestiyên min sist bûn. Ji ber Xudan û gotinên wî yên pîroz, Ez bûm wekî zilamekî serxweş, Wekî zilamekî şerabê ew têk birî.
Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û gemiyeke ku diçe Tarşîşê dît. Wî heqê riya xwe da û ket gemiyê ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve.