Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 20:4 - Kurmanji Încîl

4 Çimkî Xudan wiha dibêje: ‘Va ye ezê te ji bo te û ji bo hemû dostên te bikim saw. Tê bi çavên serê xwe bibînî ku hemû hevalên te bi şûrê dijmin dikevin. Ezê tevahiya Cihûdayê bidim destê Padîşahê Babîlê. Wê wan sirgûnî Babîlê bike û bide ber şûran.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 20:4
22 Referans Kwoze  

Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar li ser Ahavê kurê Qolaya û Sîdqiyayê kurê Maesêya yê ku bi navê min pêxemberiya derewîn dikin, wiha dibêje: “Va ye ezê wan bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û wê li ber çavê we wan bikuje.


va ye ezê bişînim pey hemû miletên bakur.” Ev e gotina Xudan. “Ezê bişînim pey xulamê xwe Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê jî û wan li dijî vî welatî, hemû şêniyên wî û hemû miletên derdorê rakim. Ezê wan bi tevahî tune bikim. Ezê wan bikim mijara sawê û fîkandinê. Wê bibe xirbeyeke herheyî.


Padîşahê Babîlê li welatê Hamayê, li Rîvlayê li wan xist û ew kuştin. Bi vî awayî gelê Cihûda, ji welatê xwe hat sirgûnkirin.


“Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê tevahiya belayên ku min li ser gotibû bînim serê vî bajarî û hemû gundên wî. Çimkî wan serhişkî kir û guh neda gotinên min.’”


Neçin çolê Û li ser rê nemeşin. Di destê dijmin de şûr, Li her derê saw heye.


Çawa di hilmekê de xera bûn, Bi tirs û sawê, bi tevahî çûn!


Kurên Sîdqiya li ber çavê wî serjê kirin, çavên wî jî derxistin. Wan ew bi zincîrên tûncîn ve girê da û bir Babîlê.


Ezê ji gorîgeha xwe tevahiya ziriyeta te tune bikim, bi tenê ezê kesekî biparêzim. Çavên wî ji giriyanê wê kor bibin, wê dilê wî bişewite. Lê kesên ji nifşê wî ne, wê hemû bi şûran bên kuştin.


Ev gelê xerab guh nade gotina min. Ew didin pey serhişkiya dilê xwe û îlahan ku ji wan re xulamiyê dikin û diperizin wan. Bi vî awayî wê bibin wekî wê piştênka ku bi kêrî tu tiştî nayê.


Wê bajarên Negevê bên girtin, Kesê wan veke tunebe. Wê tevahiya gelê Cihûda bê sirgûnkirin, Erê, wê hemûyan bi hev re sirgûn bikin.


Paşxûro! Tu û hemû mala te, hûnê jî herin sirgûnê. Tu û hemû dostên te ku te ji wan re pêxemberiya derewîn kiriye, hûnê herin Babîlê, li wir bimirin û bên veşartin.’”


Ez çi bibînim? Ew bizdiyane û vekişiyane. Mêrxasên wan şikestin, lingo qurbano direvin! Li pey xwe nanêrin, Li her derê saw heye.” Ev e gotina Xudan.


Fermandarê parêzvanan, Serayayê Serkahin, Sefanyayê kahinê diduyan û sê dergevan dîl girtin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite