12 Ya Xudanê Karîndar! Yê ku rastan diceribîne Û dil û ramanan dibîne, tu yî! Rabe, heyfa ku tê ji wan bistînî, bibînim, Çimkî ez doza xwe datînim pêşberî te.
Bila kesên li pey min şerm bikin, lê min nede şermê, Bila ew bişikên, lê ez neşikêm. Roja belayê bi ser wan de bîne, Wan bi şikandina du qatî bişikîne.
Wan bi dengekî bilind gazî kir û gotin: «Ey Xudanê hukumdar! Tu pîroz û rastîn î. Ma heta kengê tu dîwanê nakî û tu heyfa xwîna me ji wan ên ku li dinyayê rûdinin nastînî?»
Çaxê ku dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda. Çaxê ku êş dikişand wî li kesî gef nexwar; lê wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî dîwanê dike.
Wekî hechecikê, wekî qulingê, Çîveçîva min bû. Wekî kevokê ez naliyam. Çavê min ji nêrîna jor westiya. Ya Reb, zilmê li min dikin, Tu bibe parêzvanê min.