Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 17:5 - Kurmanji Încîl

5 Xudan wiha dibêje: “Nalet li wî kesî be ku bi mirovan ewle ye, Xwe dispêre zendê beşerê û dilê wî ji Xudan dide alî.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 17:5
16 Referans Kwoze  

Êdî baweriya xwe bi mirovan neyîne, Roj tê nefes lê namîne. Ma qedrê wî çi ye?


Va ye tu bi Misrê ewle yî. Lê kesê xwe bispêre vê şiva ji qamîşê şikestî, wê şiv di destê wî re here û qul bike. Firewnê Padîşahê Misrê, ji her kesê pê ewle ye re wisa ye.


Zarokên xelqê tenê hilmek in, Beyzade jî derew, Gava ku ketin mêzînê, Herdû jî siviktir in ji hilmê.


Çimkî ez meşiyam, li ser riya Xudan, Bi xerabiyê, ji Xwedayê xwe neqetiyam.


Gotina Xudan a pêşî ku bi riya Hoşêya hat ev e: Xudan ji Hoşêya re got: “Here ji zinakaran jinekê ji xwe re bîne ku jê zarokên zinayê çêbin. Ji ber ku gelê welêt dev ji min berda, zinayê dike.”


Erê dilsozî kêm bû, Kesê dev ji xerabiyê berdide tê şelandin. Xudan dît û nebûna edaletê di çavê wî de xerab hat.


Ji ber Kûşa ku pê ewle bûn û Misra ku pê pesnê xwe didan, wê bişikên û şermezar bibin.


Ji wan re bêje: ‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Bila nalet li wan be ku guhdariya gotinên vê peymanê nakin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite