Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 17:2 - Kurmanji Încîl

2 Zarokên wan jî bi gorîgeh Û pûtên wan ên Aşêrayê eleqedar dibin Ku li ber her darê şîn Û li ser girên bilind hatin çêkirin.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 17:2
15 Referans Kwoze  

“Çimkî dema berê te nîrê xwe şikand Û benên xwe qetandin. Te got: ‘Ez xulamiyê nakim.’ Tu li ser her girê bilind Û li bin her dara şîn, Razayî û fahîşetî kir.


Wê berê xwe nedin gorîgehên ku bi destên xwe çêkirine. Wê li yê ku tiliyên wan çêkiriye nenêrin. Wê ne li pûtên Aşêrayê û ne jî li gorîgehên bixûrê binêrin.


Wê ji darberûyên ku li binê wan şa bûn şerm bikin, Ji bexçeyên hilbijartine rûyê wan sor bibin.


Gelê Îsraêl tiştên di çavê Xudan de xerab in, kirin. Wan Xwedayê xwe Xudan ji bîr kir û xulamiya îlahên Baal û Aşêrayê kir.


Zarok êzingan didin hev, bav êgir pêdixin û jin hevîr dikin ku ji Şahbanûya Ezmanan re kiloran bipêjin. Ji bo ku min hêrs bikin ji îlahan re pêşkêşiyên rijandinê pêşkêş dikin.”


Bi pûtên xwe yên qewirandî ew didexisandin, Bi cihên wan ên bilind, ew hêrs dikirin,


Hûnê gorîgehên wan hilweşînin, kevirbelên wan perçe bikin û pûtên wan ên Aşêrayê bibirin.


Di rojên Yoşiyayê Padîşah de Xudan ji min re got: “Ma te ya ku Îsraêla keçika çivanok kir dît? Derket serê her girê bilind û çû bin her dara şîn û fahîşetî kir.


Bi rastî xirecira pûtperestiyê hîle ye Ku ji gir û çiyayan tê. Bi rastî rizgariya gelê Îsraêl, Bi Xwedayê me Xudan e.


“Divê hûn hemû derên perizînê yên miletên hûnê biqewitînin, tune bikin. Hûnê hemû derên xulamiya îlahên wan; çi li serê çiyayên bilind, çi li ser giran, çi jî li bin her dara pelgur, tune bikin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite