5 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Nekeve mala şînê. Ranebe li xwe nexe û ji bo wan neke hewar. Çimkî min aştî, rehim û dilovaniya xwe ji ser vî gelî rakir.” Ev e gotina Xudan.
Gava guliyên wê hişk bibin, Wê bên jêkirin. Wê jin werin û wan bişewitînin. Çimkî ev gel fêm nake. Loma wê afirandarê wan Li ber wan nekeve, Yê ku şikil daye wan, Wê rehmê li wan neke.
Wê rojê wê hêrsa min li dijî wan rabe. Ezê wan berdim û rûyê xwe ji wan veşêrim. Wê bên daqurtandin. Wê gelek xerabî û tengasî bên serê wan û wê rojê wê bêjin: ‘Ji ber ku Xwedayê me ne bi me re ye, ev xerabî têne serê me.’
Hingê hespekî din ê sor derket û ji siwarê wî re destûr hat dayîn, ku aştiyê ji dinyayê rake û mirovan bi hevdû bide şerjêkirin. Û şûrekî mezin ji wî re hat dayîn.
Bi ser hemû bilindciyên rût û tazî yên beriyê ve Xerabkar hatin. Ji seriyekî welêt heta seriyê din, Şûrê Xudan dixwe. Wê ji hemû beşerê re aştî tunebe.
Ezê wan, bav û kuran li hev bixim û bipelixînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê li ber wan nekevim û wan ji cezakirinê neparêzim. Gava ez wan xera dikim, ezê li wan neyêm rehmê.’”
Ji ber vê yekê ezê we ji vî welatî bavêjim welatekî ku hûn û bav û kalên we pê nizanin. Hûnê li wê derê bi şev û roj ji îlahan re xulamiyê bikin. Çimkî ezê li ber we nekevim.’