Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 16:21 - Kurmanji Încîl

21 Loma ezê vê carê Hêza destê xwe bi wan bidim nasîn. Qeweta xwe bi wan bidim zanîn. Wî çaxî wê bizanibin ku navê min Xudan e.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 16:21
13 Referans Kwoze  

Hukmê xwe ajot, Xudan xwe da nasîn, Zilamê xerab, bi karê destê xwe bû hefsîn. Hîgayon.


“Xudanê ku dinya çêkiriye û şikil dayê ku asê be û navê wî Xudan e, wiha dibêje:


Da ku hîn bibin navê te Xudan e, Li ser tevahiya dinê, tenê tu berz î.


Yê ku Komstêrên Perwîn û Oriyonê afirandine, Taristan dike şeveq û roj dike şeva tarî, Yê ku gazî ava deryayê dike û dirijîne ser rûyê erdê, Navê wî Xudan e.


Çimkî ez Xwedayê te Xudan, Pîrozê Îsraêl û rizgarkarê te me. Min wekî kefaret Misrê, Di ber te de Kûş û Sevayê da.


Xudan di şer de mêrxas e, Navê wî Xudan e.


Ezê dilê Firewn hişk bikim. Wê li pey wan bikeve û ezê jî li ber Firewn û tevahiya artêşa wî rûmetdar bibim. Wê Misrî bizanibin ku Xudan ez im.” Îsraêliyan wiha kir.


Ez wekî Xwedayê Karîndar li Îbrahîm, Îshaq û Aqûb xuya bûm, lê min xwe bi navê Yahwe bi wan neda naskirin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite