Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 16:10 - Kurmanji Încîl

10 “Gava te tevahiya van got, wê ji te re bêjin: ‘Çima Xudan diyar kir ku tevahiya van xerabiyan bîne serê me? Neheqiya me çi ye û me çi guneh li dijî Xwedayê xwe Xudan kiriye?’

Gade chapit la Kopi




Yêremya 16:10
11 Referans Kwoze  

Gava ew bêjin: ‘Çima Xwedayê me Xudan tevahiya van tiştan anîn serê me?’ tê ji wan re bêjî: ‘Çawa ku we dev ji min berda û li welatê xwe xulamiya îlahên xerîb kir, hûnê li welatekî ku ne yê we ye wisa ji xerîban re xulamiyê bikin.’


Heke tu di dilê xwe de bêjî, “Ji bo çi ev hatin serê min?” Ji ber zêdebûna xerabiyên te, Dawa te rabû û destdirêjî li te bû.


Ew bi xwe dibêje: “Ez gelek dewlemend bûm. Ez bûm xweyî mal, Wê di tevahiya kedên min de Neheqî û gunehê min nebînin.”


Tu dibêjî: ‘Ez bêsûc im, Bêguman hêrsa wî ya li dijî min daket.’ Va ye, ji ber ku te got: ‘Min guneh nekir.’ Ezê dadbariya te bikim.


Xudanê Karîndar ê ku tu danî, Li dijî te xerabiyê emir kir. Çimkî Mala Îsraêl û Mala Cihûda, Ji Baal re bixûr pêxist. Bi vî awayî hem li xwe xerabî kir, Hem jî ez hêrs kirim.


“Tu çawa dikarî bêjî: ‘Ez qirêj nebûm, Ez li pey Baalan neketim?’ Tu li riya xwe a li newal binêre, Bizanibe ka te çi kir. Tu deveya ciwan a eware û lingsivik î.


“Ezê Orşelîmê bikim şikêra keviran û warê çeqelan. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.”


Çimkî wan bi xerabiya xwe ez hêrs kirim. Wan ji îlahên ku ne ew, ne hûn, ne jî bav û kalên we ji berê ve nas dikirin re bixûr pêxist û xulamî kir.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite