Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 15:9 - Kurmanji Încîl

9 Wê jina ku heft zarok anîne, biçilmise, Nefesa dawî bide û bimire. Hê nîvro bû, roja wê çû ava, Ew rûreş û şermezar bû. Ezê kesên din jî li ber dijminên wan bidim ber şûran.” Ev e gotina Xudan.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 15:9
14 Referans Kwoze  

Têr bi şîva şevê dikevin, Lê birçî têr dibin, Jina kordunde, heft zarokan tîne, Lê diya gelek zarokan diçilmise.


Tevî ku sêrbaziya te zêde ye Û remildariya te hêzdar e jî, Wê di rojekê de herdu, Windabûna zarokan û jinebîbûnê, Bi tevahî bi hev re bêne serê te.


Ew bajarê ku bi mirovan tije bû, Çawa bi tena serê xwe rûdine! Di nav miletan de mezin bû, Niha wekî jinebiyekê ye! Di nav herêman de şahbanûyek bû, Niha di bin suxrevaniyê de ye.


Jinên dilovan bi destê xwe zarokên xwe kelandin. Di dema şikestina gelê min ê delal de, Ew ji xwe re kirin xwarin.


Va ye, ez ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê çavdêriya wan dikim. Heta kes nemîne, wê her Cihûdayiyên li welatê Misrê bi şûr û xelayê tune bibe.


Gotina Xudan ev e: “‘Paşê ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê, xulamên wî û hemû kesên bajêr ên ku ji ber kul, şûr û xelayê sax mane, bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û dijminên pey kuştina wan. Wê hemûyan bide ber şûran, canê wan nebexişîne, li ber wan nekeve û rehmê nîşanî wan nede.’


“Wê bibêjin: ‘Li dijî wê amadekariya şer bikin, Rabin, em nava rojê êrîşî wê bikin!’ Û ‘Wey li me, çimkî roj diçe ava Û siyên êvarê dirêj dibin.


Gotina Xudan ev e: “Ma ew min hêrs dikin? Na! Ew li xwe dikin û xwe didin şermê.


Ezê pîlanên Cihûda û Orşelîmê li vir vala derînim. Ezê wan bidim destê kesên li pey kuştina wan û bidim ber şûrên dijminên wan. Ezê cendekên wan ji heywanên erdê û teyrên ezmanan re bikim xurek.


Wê diya we gelekî şerm bike. Erê, wê jina ku hûn jê çêbûn, rûreş bibe. Va ye, wê bibe miletê herî biçûk, Bibe çol, berî û dereke ziwa.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite