Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 15:2 - Kurmanji Încîl

2 Gava ew ji te re bibêjin: ‘Em herin ku derê?’ ji wan re bibêje: ‘Xudan wiha dibêje: “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr. Kesê ji bo xelayê ye, bila here xelayê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr.’”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 15:2
18 Referans Kwoze  

Wê were û êrîşî welatê Misrê bike. “‘Kesê ji bo mirinê ye, bila here mirinê. Kesê ji bo êsîriyê ye, bila bibe êsîr. Kesê ji bo şûr e, bila here ber şûr.


Min ji pêz re got: “Ezê êdî we neçêrînim. Yên bimirin bila bimirin, yên davêjin bila bavêjin, yên mayîn jî bila goştê hev bixwin.”


Yê hêsîrtiyê, wê here hêsîrtiyê; Yê şûr, wê bi şûr bê kuştin. Li vê derê bîhnfirehî û baweriya pîrozan divê.


Ew rojiyê jî bigirin, ezê guhdariya lavakirina wan nekim. Ew qurbana şewitandinê û pêşkêşiya dexlê jî bidin, ezê ji wan razî nebim. Ezê bi şûr, kul û xelayê wan biqedînim.


Kesê ji ber hewara sawê bireve, wê bikeve çalê, Wê kesê ji çalê derkeve jî bikeve dafikê. Çimkî kulekên ezmanan vebûn Û bingeha dinyayê dilerize.


Wekî wî mirovî ye ku ji ber şêr direve Û hirç tê pêşiya wî, Mîna zilamê ku tê malê, dest dispêre dîwêr Û mar pê vedide.


Te xerabiya mezin bi ser me de anî, gotinên ku te ji bo me û ji bo serekên me got, pêk hatin. Tişta ku hat serê Orşelîmê, li ser tevahiya rûyê erdê nehatiye serê tu bajarî.


Ew gelê ku pêxemberiyê ji wan re dikin, wê ji ber şûr û xelayê ber bi kuçeyên Orşelîmê ve bên avêtin. Wê kesekî wî gelî; jin, kur û keçên wî gelî veşêre tunebe. Çimkî ezê xerabiya wan bi ser wan de bînim.


“Wê bi nexweşiyên mirinê bimirin û wê tu kes şîna wan neke. Wê neyên veşartin û li ser axê bibin zibil. Wê bi şûr û xelayê biqedin. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.”


Ezê pîlanên Cihûda û Orşelîmê li vir vala derînim. Ezê wan bidim destê kesên li pey kuştina wan û bidim ber şûrên dijminên wan. Ezê cendekên wan ji heywanên erdê û teyrên ezmanan re bikim xurek.


Yan hûnê di nav êsîran de çok bidin, Yan jî hûnê di bin kuştiyan de bimînin. Lê dîsa jî wê hêrsa Xudan danekeve, Wê destê wî li dijî wan dirêjkirî bimîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite