Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 15:16 - Kurmanji Încîl

16 Gava gotinên te hatin dîtin, min ew xwarin Û ew ji min re bûn şahî û kêfxweşiya dilê min. Çimkî ez bi navê te têm gazîkirin. Ya Xwedayê Karîndar Xudan!

Gade chapit la Kopi




Yêremya 15:16
13 Referans Kwoze  

Ez ji emrê ser lêvên wî neqetiyam, Min ji nanê xwe yê rojane zêdetir, Qedir da gotinên devê wî.


Bêriya wan tê kirin, ji zêr, ji gellek zêrê xas bêtir, Ew in ji hingiv, ji hingivê dawerivandî xweştir.


Şîretên te her û her ji bo min mîras in, Ew şahiya dilê min in.


Ez çiqas hez dikim ji şerîeta te! Tevahiya rojê li ser wê difikirim.


Ji bo min şerîeta devê te, Ji hezaran zêr û zîvan çêtir e.


Çima tu wekî kesekî şaşbûyî, Wekî mêrxasekî ku hêza wî têra rizgarkirinê nake? Belê tu di nav me de yî, ya Xudan! Em bi navê te tên gazîkirin, me bernede!


Ya Mala Aqûb! Ma mirov wisa dibêje? “Gelo sebra Xudan nema? Ma ew karê wî ye?” Xudan dibêje: “Ma gotinên min ne ji bo qenciya Kesên li ser riya rast in?


Loma tevahiya gel vegeriyan malên xwe ku bixwin, vexwin, paran bişînin û şahiyên mezin bikin. Çimkî wan hemû gotin fêm kiribûn ku ji wan hatibûn xwenden.


Ez dilşa dibim bi qanûnên te, Jibîr nakim gotina te.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite