Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 15:13 - Kurmanji Încîl

13 Ji ber hemû gunehên te, Ezê tevahiya mal û xezîneyên te, Wekî malê talên li seranserê welêt bêpere bidim.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 15:13
8 Referans Kwoze  

Ya çiyayê min ê li çolê! Ji ber gunehên te li seranserê welatê te, Ezê hemû mal û xezîneyên te bikim talan.


Te pirr erzan firot gelê xwe, Û bi buhayê wan kar nekir.


Çimkî Xudan wiha dibêje: “Hûn hatine firotin, Lê hûnê bêpere bên rizgarkirin.”


Ezê hemû dewlemendiya vî bajarî, hemû hatina wî, tiştên wî yên hêja û xezîneyên padîşahên Cihûdayê bidim destê dijminên wan. Wê wan talan bikin û bibin Babîlê.


Lê niha gotina Xudan ev e: “Gelê min beredayî hilanîn û birin, Ma karê min li vir çi ye? Serwerên wan dikin zarîn, Hergav, tevahiya rojê navê min tê kêmkirin.” Ev e gotina Xudan.


Wê hejmara jinebiyên wan ji sêlaka deryayê bêtir be. Ezê nava rojê bi ser dayika xortan de xerabkaran bişînim Û jinişkave saw û tengasiyê bînim ser wan.


Wê serweta wan talan, Malên wan wêran bibe. Wê malan ava bikin, Lê wê tê de rûnenên. Wê rezan deynin, Lê wê ji şeraba wê venexwin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite