Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 12:5 - Kurmanji Încîl

5 “Heke tu bi peyayan re beziyabî û westiyabî, Tê çawa bi hespan re bibezî? Heke tu li diyarê aştiyê biterpilî, Tê di nava deviyên Çemê Şerîayê de çi bikî?

Gade chapit la Kopi




Yêremya 12:5
14 Referans Kwoze  

Hezkirîno, li ber tengahiyên wek êgir dijwar ên ku ji bo ceribandinê tên ser we, şaş nemînin û vê ecêb nebînin.


Heke tu di roja teng de sist bî, Hêza te jî tengezar e.


Va ye, wekî şêrê ji nav deviyên Çemê Şerîayê dertê mêrga avî, Ezê jinişkave Kildaniyan ji cihê wan biqewitînim. Kesê ez hilbijêrim, ezê li ser wan bikim serwer. Gelo yê wekî min heye? Ma kî dikare dozê li min veke? Şivanê li ber min bisekine kî ye?”


“Va ye, wekî şêrê ku ji nav deviyên Çemê Şerîayê dertê mêrga avî, Ezê jinişkave Edomê ji cihê wê biqewitînim. Kesê ez hilbijêrim, ezê li ser wan bikim serwer. Gelo, yê wekî min heye? Ma kî dikare dozê li min veke? Şivanê li ber min bisekine kî ye?


Kûrahî deng li kûrahiyê dike, bi gurmîna leylanên te, Di ser min re derbas bûn, hemû pêl û avên te.


Lawo, terbiyekirina Xudan red neke, Ji erzşikandina wî aciz nebe.


–Wekî tê zanîn Çemê Şerîayê di dema çandin û dirûtinê de bilind dibe û keviyan dide ber xwe.– Gava kahinên ku sindoq hildigirin hatin ber çêm û lingên wan ket avê,


Padîşah li Yerahmeyêlê kurê xwe, Serayayê kurê Ezriyêl û Şelemyayê kurê Evdeyêl emir kir ku Barûkê Nivîsende û Yêremyayê Pêxember bigirin. Lê Xudan ew veşartibûn.


Gava Yêremya hemû gotinên ku Xudan lê emir kiribûn, gotin û qedandin, kahinan, pêxemberan û tevahiya gel ew girt û got: “Divê tu bimirî!


Dema di meha pêşî de Çemê Şerîayê rabûbû, kesên ku xwe lê xistin û derbasî aliyê din bûn, ev bûn. Tevahiya kesên ku di deştan de rûdiniştin, ber bi rojhilat û rojava ve revandin.


“Li ser vê yekê, Xudan li ser gelê Enatotê yê ku li pey kuştina te bûn wiha dibêje: ‘Wan digot: Bi navê Xudan pêxemberiyê neke, yan na emê te bi destê xwe bikujin.’


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite