1 Gava ez li ber te dozê vekim, Tu mafdar î, ya Xudan. Lê bihêle, ez bi te re li ser edaletê bipeyivim. Çima riya xeraban bi xêr e? Her bêbext ji bo çi rihet e?
“Tu dadperwer î, ya Reb! Ji ber ku em ne dilsoz bûn te em avêtin welatên dûr û nêzîk. Em ew Cihûyên ku li wan deran dijîn, şêniyên Orşelîmê, hemû Îsraêlî îro em di nav şermê de ne.
Çimkî birayên te û mala bavê te jî, Bi te re bêbextî kir. Ew bi dengê bilind li pey te qîriyan. Gotinên xweş li rûyê te bêjin jî, Tu ji wan bawer neke.
Ya Xwedayê Îsraêl Xudan! Tu adil î. Îro, hinek ji me ji sirgûnê filitîne û sax mane. Tevî ku heqê kesî tuneye li ber te bisekine, va ye em bi sûcên xwe li ber te disekinin.”
Te tu caran nebihîstibû, tu caran nizanibû, Ji demên berê ve jî guhên te ne vekirî bûn. Çimkî min zanibû tu gelekî xayîn î Û hê ji zikmakî ve ji te re serhildêr dihate gotin.
Li ser rûyê erdê tiştekî din ê pûç heye: Mirovên rast hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê xeraban. Mirovên xerab jî hene, tiştê tê serê wan, divê bê serê rastan. Min got: “Ev jî tiştekî pûç e.”
We bi gotinên xwe Xudan aciz kir. Lê hûn dibêjin: “Me çawa ew aciz kir?” We bi van gotinan aciz kir: “Her kesê xerabiyê dike di çavê Xudan de qenc e. Dilê wî bi wî kesî xweş e.” Bi ser de we ev jî got: “Ka Xwedayê edaletê?”