Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 10:5 - Kurmanji Încîl

5 Pûtên wan, wekî natorê bostanê xiyaran napeyivin, Divê bên hilgirtin, nameşin. Ji wan netirsin, nikarin xerabiyê bikin, Nikarin qenciyê jî bikin.”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 10:5
16 Referans Kwoze  

Ew wî li ser pişta xwe hildigirin, Bar dikin û dibin li cihê wî datînin. Ew li cihê xwe disekine û nalebite. Çaxê yek jê re dike feryad bersivê nade, Wî ji tengasiya wî xilas nake.


Gava ku hûn pûtperest bûn, hûn dizanin ka çawa bi xirandina hişê we hûn ber bi pûtên bêziman ve birin.


Îcar, li ser xwarina goriyên ku ji pûtan re tên pêşkêşkirin, em dizanin ku pût li dinyayê ne tiştek e û ji yekî pê ve Xwedê tune.


Wey li wî ku ji pûtê darîn re dibêje: ‘Hişyar bibe!’ Ji kevirê lal re dibêje: ‘Rabe ser xwe!’ Ma pût rê nîşan dide? Va ye, bi zêr û zîv hatiye pêçan, Lê di navê de hilma jiyanê tuneye.


“Bêlê îlah deverû diçe erdê, Neboyê îlah jî xwar dibe. Pûtên wan li ser heywanan, Li ser gayan barkirî ne. Ew tiştên hûn hildigirin bûn bar ku Heywan bi wan diwestin.


“Ya filitiyên miletan! Bicivin û werin, bi hev re nêzîk bibin. Kesên pûtên ji daran hildigirin Û ji îlahên rizgar nakin re dua dikin, nizanin.


Wan conegayê xwe hilda û amade kir. Ji sibê heta nîvro navê Baal hildida û digot: “Ya Baal, bersiva me bide.” Lê tu deng nehat û kesekî ku bersivê bide tunebû. Ew li dor gorîgeha xwe direqisîn.


Her kes ehmeq û nezan e. Her zêrker ji ber pûtên xwe şerm dike, Çimkî pûtên wî yên rijandî derew ne, Hilma wan tuneye.


Hûnê li wir xulamiya îlahan bikin ku bi destê mirovan hatine çêkirin. Ew ji dar û keviran in, ew nabînin, nabihîzin, naxwin û bêhn nakin.


Wê Moav hilkişe Bilindciyê perizînê xwe biwestîne, Ji bo duakirinê bikeve pîrozgehê. Lê hemû pûç û vala ye!


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite