Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 10:24 - Kurmanji Încîl

24 Ya Xudan, min terbiye bike, Lê ne bi hêrsa xwe, bi pîvan terbiye bike, Yan na, tê min hêdî hêdî biqedînî.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 10:24
10 Referans Kwoze  

Bi hêrsa xwe li min nehilê ya Xudan, Bi xezeba xwe min perwerde neke!


Ya Xudan, bi hêrs li min nehêle! Bi xezebê min neyne rê.


Çimkî ez bi te re me ku te rizgar bikim.” Ev e gotina Xudan. “Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvana adil terbiye bikim Û te bêceza nehêlim.”


Yê ku mîran pûç dike Û serwerên dinyayê dike tiştekî vala ew e.


Di rê de ji bo çûna newalê karwan averê dibin Û di beriyê de tune dibin.


Ya Xudan, min nav û dengê te bihîst. Ya Xudan, li ber kirinên te ez şaş û metel mam. Di dema me de jî wan tiştan bike, Di dema me de jî wan bide zanîn. Lê çaxê tu hêrs dibî, dilovaniya xwe jî bi bîr bîne.


Gotina Xudan ev e: “Ya Aqûbê xulamê min, netirse! Çimkî ez bi te re me. Tevî ku ez hemû miletên ku min tu li nav wan belav kirî, Bi tevahî biqedînim jî, Ezê te bi tevahî neqedînim. Ezê te bi pîvan terbiye bikim Û bêceza nehêlim.”


Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez çilmisî me ji can. Şîfayê bide min ya Xudan, çimkî dilerizim ez ji hestiyan.


Genim ji bo nan tê hêrandin, Lê hergav nayê kutan. Tekelê erebeyê û hesp Di ser wî re derbas jî bibin, Genim naperçiqînin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite