2 Xudan wiha dibêje: “Riya miletan hîn nebin Û li ber nîşanên ezmanan neşikên. Çimkî milet li ber wan dişikên.
Hûnê di rê û rêbazên miletên ku ez ji pêş we berdidim wan de rêve neçin. Ji bo ku wan ev tişt kirin, min ji wan nefret kir.
Hûnê li gorî kirinên welatê Misrê nekin ku hûn li wir diman. Hûnê li gorî kirinên welatê Kenanê jî nekin ku ez we dibim wir. Hûnê li gorî qanûnên wan tevnegerin.
Xwedê got: “Bila di qûbeya ezmên de ronahî çêbin ku roj û şevê ji hev veqetînin û ji roj, demsal û salan re bibin nîşan.
Min ji we re got: Ez Xwedayê we Xudan im. Hûnê ji îlahên Amoriyan netirsin ku hûn li welatê wan rûdinin. Lê we guhdariya dengê min nekir.’”
Ya Mala Îsraêl! Gotina ku Xudan ji we re dibêje, bibihîzin!
“Gava hûn hatin wî welatê ku Xwedayê we Xudan dide we, adetên kirêt ên wan miletan hîn nebin û pêk neyînin.