Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 10:18 - Kurmanji Încîl

18 Çimkî Xudan wiha dibêje: “Va ye ezê vê carê şêniyên welêt bavêjim. Ezê wan bixim tengasiyê ku ew pê bihesin.”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 10:18
11 Referans Kwoze  

Heke kesek ji bo kuştinê bikeve pey te, wê Xwedayê te Xudan te di kîsekê de veşêre û jiyana te biparêze. Wê dijminên te bavêje, çawa ku bi berkaniyê kevir tê avêtin.


Gotin û qanûnên ku min li xulamên xwe yên pêxember emir kirine, ma negihîştin bav û kalên we?’ “Loma ew jî zivirîn û gotin: ‘Xudanê Karîndar li rê û kirinên me nihêrî û ji bo me çi fikirî be kir.’”


Heta ew armancên dilê xwe bike û pêk bîne, Wê hêrsa Xudan danekeve. Hûnê di rojên pêş de vê yekê baş fêm bikin.


Ji ber vê yekê ezê we ji vî welatî bavêjim welatekî ku hûn û bav û kalên we pê nizanin. Hûnê li wê derê bi şev û roj ji îlahan re xulamiyê bikin. Çimkî ezê li ber we nekevim.’


Heta dîwar û sûrên bilind ên ku tu pê ewle yî hilweşin, wê te di hemû bajarên te de dorpêç bike. Wê li seranserê welêt, li hemû bajarên te, te dorpêç bike ku Xwedayê te Xudan dane te.


Ezê te û dayika te ya ku tu jê çêbûyî bavêjim welatekî wisa ku hûn herdu jî li wir çênebûne. Hûnê li wir bimirin.


“Ezê tengasiyê bînim ser mirovan Û wê wek koran bimeşin. Çimkî li dijî Xudan guneh kirin. Wê xwîna wan wek tozê, Goştê wan wek ziblê bê rijandin.”


Mêrxaso! Wê Xudan te bi şid bavêje. Wê te bigire û biguvêşe,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite