Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 1:3 - Kurmanji Încîl

3 Herwiha gotina Xudan, di rojên Yehoyaqîmê Padîşahê kurê Yoşiyayê Cihûdayê de û heta dawiya meha pêncan a sala yanzdehan a Sîdqiyayê Padîşahê kurê Yoşiya ango heta sirgûnkirina gelê Orşelîmê jê re hat.

Gade chapit la Kopi




Yêremya 1:3
19 Referans Kwoze  

Di roja nehê meha çaran a sala yanzdeh a padîşahiya Sîdqiya de di sûrên bajêr de qulek hat vekirin.


Nexoyê Firewn Êlyaqîmê kurê Yoşiya li cihê bavê wî kir padîşah, navê wî guhert û kir Yehoyaqîm. Wî Yehoahaz anî Misrê û Firewn li wê derê mir.


“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Rojiyên mehên çar, pênc, heft û dehan, wê ji bo Mala Cihûda bibin cejnên demên şahî û coşiyê û cejnên kêfxweşiyê. Loma jî, ji rastî û aştiyê hez bikin.’


“Ji tevahiya gelê welêt û kahinan re bêje: ‘Gava we ji bo wan heftê salan, di meha pêncan û meha heftan de rojî digirt û şînê dikir, ma bi rastî we ji bo min kir?


Gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe, bi hemû padîşahiyên dinyayê û bi hemû gelên di bin serweriya destê wî de li dijî Orşelîmê û bajarên derdora wê şer dikir, ev gotin ji Xudan ji Yêremya re hat:


Kurên Yoşiya: Kurê pêşî Yohanan, yê diduyan Yehoyaqîm, yê sisêyan Sîdqiya û yê çaran Şallûm.


Padîşahê Babîlê, Mattanyayê mamê Yehoyaxîn li cihê wî kir padîşah û navê wî kir Sîdqiya.


Gotina Xudan ji min re hat û got:


Di rojên Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:


“Tomarekê hilde û hemû gotinên min ên ji rojên Yoşiya vir ve li dijî gelên Îsraêl û Cihûda û miletên din ji te re gotin, binivîse.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite