13 Gotina Xudan dîsa ji min re hat û got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Ez beroşeke kelandî dibînim ku ji aliyê bakur ve xwar dibe.”
Ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Şamdankeke zêrê xas dibînim. Li ser wê taseke zeytê, li ser wê jî heft qendîl hene. Li ser qendîlan jî heft cihok hene.
Sedema ku xewn du caran ji aliyê Firewn ve hat dîtin ev e ku Xwedê biryara xwe li ser vê yekê dayê û wê di demeke nêzîk de bi cih bîne.
Xudan ji min re got: “Yêremyayo, tu çi dibînî?” Min got: “Hejîran. Ên baş pir baş in, ên xerab jî pir xerab in ku nayên xwarin.”
Wê peyva ji devê min derdikeve jî wisa be. Wê vala nezivire ba min, Lê wê daxwaza min pêk bîne Û di karê ku min dayê de bi ser bikeve.
Wî ji min re got: “Amos, tu çi dibînî?” Min got: “Selikeke fêkiyê havînê.” Xudan got: “Dawiya gelê min Îsraêl hat. Ezê êdî wan nebexişînim.