Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Yêremya 1:11 - Kurmanji Încîl

11 Gotina Xudan ji min re hat û got: “Yêremyayo! Tu çi dibînî?” Min got: “Ez guliyekî behîvê dibînim.”

Gade chapit la Kopi




Yêremya 1:11
11 Referans Kwoze  

Xudan ji min re got: “Tu çi dibînî Amos?” Min got: “Şaqulekê dibînim.” Reb jî got: “Va ye, ezê şaqulekê deynim nav gelê xwe Îsraêl Û ezê êdî wan nebexişînim.”


Wî ji min re got: “Amos, tu çi dibînî?” Min got: “Selikeke fêkiyê havînê.” Xudan got: “Dawiya gelê min Îsraêl hat. Ezê êdî wan nebexişînim.


Milyaket ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Tomareke ku difire dibînim. Dirêjahiya wê bîst gaz, berfirehiya wê deh gaz e.”


Ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Şamdankeke zêrê xas dibînim. Li ser wê taseke zeytê, li ser wê jî heft qendîl hene. Li ser qendîlan jî heft cihok hene.


Xudan ji min re got: “Yêremyayo, tu çi dibînî?” Min got: “Hejîran. Ên baş pir baş in, ên xerab jî pir xerab in ku nayên xwarin.”


Dotira rojê Mûsa çû Konê Peymanê. Dît ku gopalê Harûnê ku Mala Lêwiyiyan temsîl dike, şax vedaye, kulîlk vekiriye û behîv şîn bûne.


Aqûb ji darên spîndar, behîv û çinaran şaxên teze jêkirin, ew qeşartin û belek kirin.


Wê peyva ji devê min derdikeve jî wisa be. Wê vala nezivire ba min, Lê wê daxwaza min pêk bîne Û di karê ku min dayê de bi ser bikeve.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite