Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ûnis 4:9 - Kurmanji Încîl

9 Lê belê Xwedê ji Ûnis re got: “Ma heqê te heye ku tu li ser şînahiyekê hêrs bibî?” Ûnis got: “Heqê min heye, ez ji ber hêrsa xwe dikim bimirim.”

Gade chapit la Kopi




Ûnis 4:9
13 Referans Kwoze  

Tu ji ber hêrsa xwe perçe perçe dibî! Ma ji bo xatirê te wê terka dinyayê bê kirin? An wê zinar ji cihê xwe bên rakirin?


Bi rastî keder kesê ehmeq dikuje, Hesûdî mirovê sexik tune dike.


Jinikê bi van gotinan her roj bi ser Şîmşon de çû û serê wî êşand. Piştre Şîmşon li ber xwe neda.


Di wan rojan de mirov wê li mirinê bigerin, lê ew tu caran wê nabînin; ewê bixwazin ku bimirin, lê mirin wê ji wan bireve.


Çimkî xemgîniya li gor Xwedê, tobeya ku dibe xilasbûnê pêk tîne û poşmanî tê de tune. Lê heçî xemgîniya dinyayê ye, ew mirinê pêk tîne.


Hingê wî ji wan re got: «Dilê min gelek teng dibe, ez dikim bimirim. Li vir bin û bi min re hişyar bimînin.»


Hay ji xwe hebe, bila hêrs bala me nekişîne Ku em nebin tinazkar. Bila bertîla zêde jî te averê neke.


Ev yek gelek li zora Ûnis çû û ew hêrs bû.


Gava tav derket, Xwedê bayekî rojhilat ê bi şewat rakir. Tavê li serê Ûnis xist û ew sist bû. Wî xwest ku bimire û got: “Ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.”


Paşê Xudan got: “Tu li ber wê şînahiyê dikevî ku te di ber de ked nedaye û mezin nekiriye. Ew şînahiya ku di şevekê de şîn bû û di şevekê de jî hişk bû.


Ji ber ku Navotê Yîzreyêlî gotibû: “Ez milkê bav û kalên xwe nadim te,” Ahav xeyidî û bi hêrs ket qesra xwe. Li ser nivînan xwe pal da, mirûzê xwe tirş kir û nan nexwar.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite