8 Gava tav derket, Xwedê bayekî rojhilat ê bi şewat rakir. Tavê li serê Ûnis xist û ew sist bû. Wî xwest ku bimire û got: “Ji bo min mirin, ji vî halî çêtir e.”
Eyûb ji jina xwe re got: “Jinên ehmeq çawa diaxivin tu jî wisa diaxivî. Emê qenciyê ji Xwedê qebûl bikin û xerabiyê qebûl nekin?” Di tevahiya van tiştan de, guneh bi lêvên Eyûb nebû.
Mûsa ji Harûn re got: “Xudan gotibû: “‘Bi saya kesên ku nêzîkî min dikin, Ezê pîroziya xwe nîşan bidim. Li ber çavê tevahiya gel, Ezê birûmet bim.’” Harûn bêdeng ma.
Li çolê rojek meşiya, paşê hat li bin deviyeke hêrvistê rûnişt, mirina xwe xwest û got: “Ya Xudan, êdî bes e! Hema niha ruhê min bistîne, çimkî ez ji bav û kalên xwe ne çêtir im.”
“Di nav birayên xwe de mezin jî bibe, Bayê rojhilat, hilma Xudan a ku ji beriyê radibe, Wê kaniya wî hişk bike, Wê çavkaniya wî ziwa bibe. Tiştên hêja yên xezîneya wî wê talan bibin.
Ji ber ku Navotê Yîzreyêlî gotibû: “Ez milkê bav û kalên xwe nadim te,” Ahav xeyidî û bi hêrs ket qesra xwe. Li ser nivînan xwe pal da, mirûzê xwe tirş kir û nan nexwar.