Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ûnis 4:2 - Kurmanji Încîl

2 Wî ji Xudan re dua kir û got: “Ax, ya Xudan, hê gava ez li welatê xwe bûm, ma min ev negot? Ji ber vê yekê ez yekser reviyam Tarşîşê. Min dizanibû tu Xwedayekî keremdar û dilrehm î, tu zû hêrs nabî, dilovaniya te zêde ye û tu dev ji cezakirinê berdidî.

Gade chapit la Kopi




Ûnis 4:2
24 Referans Kwoze  

Herçî tu yî, ya Reb, Tu dilovan û keremdar î, Kerem û rastiya te pirr e, tu sebirdar î.


Xudan keremdar û dilovan e, Zû hêrs nabe, kerema wî mezin e.


Çimkî ya Reb, tu qenc û bexişkar î, Ji hemû yên ku bang dikin te re keremdar î.


Ma îlahekî wekî te heye ku sûcan dibexişîne Û serhildanên saxmayiyên gelê xwe efû dike?! Ji ber ku tu bi dilovaniyê şa dibî, Tu heta hetayê bi hêrs namînî.


Lê heke ew miletê ku min li ser gotiye, dev ji xerabiya xwe berde, ezê li ser pîlana xwe ya xerakirinê, fikra xwe biguherînim.


Bi vî awayî Xudan fikra xwe guhert û xerabiya ku gotibû, bi gelê xwe nekir.


Belê Xwedê dilovan bû, Li fesadiya wan diborî, ew nedişandin helaqê; Gellek caran wî digirt hêrsa xwe, Wî nîşan nedida tevahiya xezeba xwe.


Li ser vê yekê Xudan fikra xwe guhert û got: “Wê ev yek çênebe.”


Xwedê kirinên Nînowayiyan dît. Ew ji gunehên xwe zivirîbûn. Li wan hat rehmê, fikra xwe guhert. Tiştê ku soz dabû bîne serê wan, nekir.


Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û gemiyeke ku diçe Tarşîşê dît. Wî heqê riya xwe da û ket gemiyê ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve.


Li çolê rojek meşiya, paşê hat li bin deviyeke hêrvistê rûnişt, mirina xwe xwest û got: “Ya Xudan, êdî bes e! Hema niha ruhê min bistîne, çimkî ez ji bav û kalên xwe ne çêtir im.”


Li ser vê yekê Reb Xudan fikra xwe guhert û got: “Wê ev jî çênebe.”


Jêgere ya Xudan! Ma wê heta kîngê hêrsa te bajo? Li xizmetkarên xwe were rehmê!


Lê wî xwest xwe rûspî derxe û ji Îsa re got: «Ma cîranê min kî ye?»


Ya Xudan, te ez xapandim û ez xapiyam. Tu ji min hêzdartir î û te ez têk birim. Tevahiya rojê ez bûm pêkenok, Her kes bi min tinazan dike.


Çimkî Xwedayê we Xudan, Xwedayê dilrehm e. Ew we bernade û helak nake. Wê peymana ku bi sond ji bav û kalên we re kiriye ji bîr neke.


Xudan dilovan û keremdar e, Zû hêrs nabe, hezkirina wî zêde ye.


Niha rê û kirinên xwe rast bikin û guh bidin dengê Xwedayê xwe Xudan. Wî çaxî wê Xudan jî fikra xwe biguherîne û pêk neyîne ku xerabiya ku gotibû wê bîne serê we.


‘Heke hûn li vî welatî bimînin, ezê we ava bikim û hilneweşînim. Ezê we daçikînim û ji kokê ranekim. Çimkî ez ji ber xerabiyên min anîn serê we xemgîn im.


Kî zane? Belkî wê gavê Xwedê fikra xwe biguhere, dev ji hêrsa xwe ya dijwar berde û em helak nebin.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite