Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ûnis 1:4 - Kurmanji Încîl

4 Xudan bagerek mezin bi ser deryayê ve şand. Di deryayê de bahozeke wisa mezin rabû ku hindik mabû gemî perçe perçe bibe.

Gade chapit la Kopi




Ûnis 1:4
13 Referans Kwoze  

Yê ku şikil dide çiyayan, Bayê diafirîne, fikra xwe ji mirovan re dibêje, Seherê dike tarî û pê li bilindciyên erdê dike, Navê wî Xudan e, Xwedayê Karîndar e!


Ew ji çaraliyên erdê ewran bilind dike, Ji bo baranê birûskan çêdike, Ji embarên xwe bayê radike.


Xudan ba zivirand bayekî rojava yê gelekî hêzdar. Wî kulî ajotin Derya Sor. Li seranserê welatê Misrê, kuliyek jî nema.


Xudan bayekî rakir û ji deryayê sûsik anîn. Bayê sûsik ji her aliyê artêşgehê ve bi qasî rêveçûna rojekê dûr û ji erdê du gaz bilind daxist ser artêşgehê.


Lê te bi hilma xwe pif kir, Deryayê ew daqurtandin. Di avên mezin de, Wekî gule çûn binî.


Mûsa destê xwe dirêjî ser deryayê kir. Xudan tevahiya şevê bi bayê rojhilat yê xurt av dehf da û derya kir erdê ziwa. Av bû du şeq.


Mûsa gopalê xwe bi ser welatê Misrê ve dirêj kir. Tevahiya wê rojê û wê şevê Xudan li welêt bayê rojhilat rakir. Gava bû sibe, bayê rojhilat kulî anîn.


Li erdê û li ezman, Li derya û hemû kûrahiyan, Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne.


Gava ew dengê xwe dike, li ezmanan av dixuşe Û ew ji binê dinyayê jî ewran bilind dike. Ji bo baranê brûskan çêdike, Ew ji embarên xwe bayê dertîne.


Agir û zîpik û berf û ewr, Bahozên ku bi fermana wî dikin,


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite