Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ûnis 1:14 - Kurmanji Încîl

14 Gazî Xudan kirin û gotin: “Ya Xudan, em ji te lava dikin, nehêle ku em ji ber vî mirovî helak bibin. Gunehê wî nexe stûyê me. Ya Xudan, te çawa xwest wisa jî kir.”

Gade chapit la Kopi




Ûnis 1:14
15 Referans Kwoze  

Xwedayê me li ezmanan e, Her çi bixwaze dike.


Li erdê û li ezman, Li derya û hemû kûrahiyan, Xudan her daxwaza xwe bi cih tîne.


Ya Xudan, gelê xwe Îsraêl ku te rizgar kir bibexişîne. Bila xwîna bêsûc di stûyê gelê te de nemîne.’ Bi vî awayî wê gel ji wê xwînê bê bexişandin.


Li gor mebesta Xwedayê ku her tiştî li gor biryar û daxwaza xwe saz dike, em ji berê ve hatin kifşkirin û bi Mesîh hatin bijartin,


Hingê di tengahiyê de feryad kirin li Xudan, Wî ew xelas kirin ji derdê wan.


Erê Bavo, çimkî li ba te ya bi dil ev bû.


Deryavan gelekî ji Xudan tirsiyan û jê re qurban pêşkêş kir û soz ji Xudan re dan.


Deryavan tirsiyan û her yekî ji îlahê xwe re kir hewar. Ji bo ku barê gemiyê sivik bikin tiştên tê de avêtin deryayê. Lê Ûnis daketibû embara gemiyê, razabû û ketibû xeweke giran.


Wî sira daxwaza xwe ya ku li gor dilê xwe bi Mesîh saz kiribû, bi me da zanîn.


Gava xelkê giravê dît ku marek bi destê wî ve daleqaye ji hev re gotin: «Bêguman, ev mirov mêrkuj e; bi ser ku ew ji deryayê xilas bû jî, Heq nehişt ku ew bijî.»


Ya Xudan, ew di tengasiyê de li te geriyan, Gava terbiyekirina te gihîşt wan, Wan duaya bêdeng ji nava xwe rijand.


“Mirovê ku xwîna mirovan birijîne, Wê bi destê mirovan xwîna wî bê rijandin. Çimkî Xwedê mirov di sûretê xwe de çêkirin.


Deryavan, ji bo ku bigihîjin bejahiyê, zor dan bêrikan. Lê belê bi ser neketin, ji ber ku her diçû pêlên deryayê bilindtir dibûn.


Bila hemû mirov û heywan çûx li xwe bikin û bi hêzdarî gazî Xwedê bikin. Bila herkes ji riya xerab bizivire û destê xwe ji zordariyê bikişîne.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite