Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Ûnis 1:10 - Kurmanji Încîl

10 Paşê zilam bêtir tirsiyan û jê re gotin: “Ev karê ku te kir çi ye?” Çimkî wan dizanibû ku ew ji ber Xudan direve, ji ber ku wî berê ji wan re gotibû.

Gade chapit la Kopi




Ûnis 1:10
8 Referans Kwoze  

Lê belê Ûnis ji ber Xudan reviya ku here Tarşîşê. Ew daket Yafayê û gemiyeke ku diçe Tarşîşê dît. Wî heqê riya xwe da û ket gemiyê ku bi wan re here Tarşîşê û ji Xudan dûr bikeve.


Gava ji destê wî bireve, Wê bêrehm bi ser wan de were.


Dema ku Pîlatos ev gotin bihîst, ew hê bêtir tirsiya.


Yoav jê re got: “Xwedayê te Xudan, gelê xwe sed qat zêdetir bike. Bila xweyê min padîşah jî vê bibîne! Lê ezbenî, padîşahê min çima vê bixwaze?”


Yêşû got: “Te çima em xistin tengasiyê? Wê Xudan jî îro te bixe tengasiyê.” Piştre hemû gelê Îsraêl Exan da ber keviran. Wan her tiştên wî dan ber keviran û şewitandin.


Wan jê re got: “Ji bo ku derya bisekine û aram be, em çi ji te bikin?” Çimkî her ku diçû pêlên deryayê har dibûn.


Xwedê Xudan ji jinikê re got: “Te çi kir?!” Jinikê got: “Marî ez xapandim, loma min xwar.”


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite