Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 6:2 - Kurmanji Încîl

2 Ew ên ku axayên wan bawermend in, ji ber ku ew bira ne, bila wan kêm nebînin. Lê bila hê bêtir xizmetê bikin, çimkî yên ku ji vê xizmetkariyê feydê distînin, bawermend û hezkirî ne. Van tiştan hîn bike û şîret bike.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

2 Axayêd kʼêye bawermend hene, bira wan bêhurmet nekin, çimkî ew birayêd hev in. Lê bira xulam hê rʼind xulamtîyê bikin, çimkî yêd ku kʼarê ji xizmetkʼarîya xulama distînin, bawermend in û delal in. Van tişta hîn ke û şîret ke.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

2 Ахайед кʼейә баԝәрмәнд һәнә, бьра ԝан беһӧрмәт нәкьн, чьмки әԝ бьрайед һәв ьн. Ле бьра хӧлам һе рʼьнд хӧламтийе бькьн, чьмки йед кӧ кʼаре жь хьзмәткʼарийа хӧлама дьстиньн, баԝәрмәнд ьн у дәлал ьн. Ван тьшта һин кә у ширәт кә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

2 اَونه گو اَربابه خُدان ایمان هَنَ، بَر خاطره هِنده گو اَو بِرانَ نابی گِمتِر احترامه بُ اَربابه خو خُدان گَن؛ بَلگو اَو دِبی حتا باشتِر ژی بُ وان خِذمَته بِگَن، چون اَونه گو منفعتا خِذمَتا وان یا قَنج دِبَن، مِرُوه خُدان ایمان و عزیزِن. وان دِشدانَ فِر گَ و لاواهیا بِگَ گو اَوان بیننَ جی.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 6:2
31 Referans Kwoze  

Mîrzano, ji xulamên xwe re bi edalet û wekhevîparêz bin; hûn dizanin ku li ezmên mîrzayekî we jî heye.


Van tiştan tembîh bike û hîn bike.


Lê evên ha jî bi eynî awayî dikevin pey xeyalan û bedenê murdar dikin, hukumdariya Xudan red dikin û çêrî yên xweyî rûmet dikin.


bi taybetî jî yên ku li pey xwesteka pîs ên nefsê dikevin û desthilatî kêm dibînin, ji bo cezakirinê heta Roja Dawî hiltîne. Evên curetkar û qure, ji çêrkirina yên xweyî rûmet natirsin.


Ez ê ku yek ji rihspiyan im û şahidê cefayên Mesîh û hevparê wê rûmetê me, ku wê bê, ez hêvî ji rihspiyên nav we dikim:


Çimkî em bûne hevparên Mesîh, lê bi tenê em ewlehiya xwe ya destpêkê heta dawiyê hişk bigirin.


Ji ber vê yekê, ey birayên pîroz û hevparên gazîkirina ezmanî, bala xwe bidin Îsayê ku Şandî û Serokkahînê şahidiya me ye.


Ev peyv dilsoz e. Ez dixwazim ku tu li ser van tiştan rawestî, da ku yên bawerî bi Xwedê tînin, girîngiyê bidin kirinên qenc. Ev tişt ji bo mirovan qenc û bi kêr in.


Bi hemû desthilatiyê van tiştan hîn bike, wan bişidîne û bala wan bikişîne ser sûcê wan. Bila tu kes te kêm nebîne.


Lê heçî tu yî, çi li hîndariya saxlem tê, tu wê bêje.


Li zilamê pîr nehile, lê wek ku bav e, pê re bide û bistîne. Bi yên xort re wek birayan,


Ya birano, em deyndar in, ku hergav ji bo we ji Xwedê re şikir bikin. Û ev yek li cih e jî, çimkî baweriya we gelek mezin dibe û hezkirina her yekî ji we ji bo hevdû zêde dibe.


Çimkî me li ser baweriya we ya bi Mesîh Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîst.


ji pîroz û ji birayên dilsoz ên ku bi Mesîh re ne û li Koloseyê ne: Ji Bavê me Xwedê, kerem û aştî li ser we be.


Sir ev e, ku miletên din bi saya Mizgîniyê hemwêris in, endamên eynî bedenê û hevparên soza Xwedê ne ya ku bi Mesîh Îsa ye.


Ji bo vê yekê ji dema ku min baweriya we ya bi Xudan Îsa û hezkirina we ya ji bo hemû pîrozan bihîstiye ve,


Ji Pawlosê ku bi daxwaza Xwedê Şandiyê Mesîh Îsa ye, ji pîrozên li Efesê yên ku bi saya Mesîh Îsa dilsoz in re:


Çimkî di yekîtiya Mesîh Îsa de ne sinetbûn û ne jî sinetnebûn, lê tenê baweriya ku bi hezkirinê dixebite, bi kêr tê.


Lê eger hin çiqil hatin birrîn û tu yê ku dara zeytûnê ya bejik î û bi wan ve hatiyî tamandin û bûyî hevparê ra û qelewiya dara zeytûnê,


Çimkî Xwedê ew ên ku ji berê ve bijartine, ji berê ve kifş jî kirin ku di sûretê Kurê wî de bin. Wisa ku Kur di nav gelek birayan de yê nixurî be.


Padîşah wê bersîvê bide û ji wan re bêje: ‹Bi rastî ez ji we re dibêjim, we çi ji yekî ji van birayên min ên herî biçûk re kiribe, we ew ji min re kiriye.›


Lê bila ji we re nebêjin ‹mamoste›, çimkî Mamosteyê we yek e û hûn hemû bira ne.


«Tu kes nikare xulamtiyê ji du axayan re bike; çimkî an ewê ji yekî nefret bike û ji yê din hez bike, an jî ewê qedrê yekî bigire û yê din biçûk bibîne. Hûn nikarin xulamtiyê hem ji Xwedê re û hem jî ji dewlemendiyê re bikin.


“Piştre ezê Ruhê xwe bi ser hemû beşerê de birijînim. Wê kur û keçên we pêxemberiyê bikin, Wê kalên we xewnan, Wê xortên we dîtiniyan bibînin.


Hemû bi hev re çûn ba Mûsa û Harûn û got: “Êdî bes e, tevahiya civakê û her kesê wê pîroz e û Xudan di nav wan de ye. Êdî çima hûn xwe di ser civaka Xudan re dibînin?”


Di wan rojan de Petrûs di nav xwişk û birayan de, ku hejmara wan li dora sed û bîst mirovan bû, rabû û got:


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite