Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 2:9 - Kurmanji Încîl

9 Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû, bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin, ne bi honandina porê xwe, bi zêr, an duran, an jî bi cilên biha,

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

9 Usa jî bira kʼulfet bi kʼincêd layîq, şermê û berbihêrîyê xwe bixemilînin, ne ku bi gulî-gujanga, yan zêrʼ, yan bi durʼa, yan jî bi kʼincêd biha,

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

9 Ӧса жи бьра кʼӧлфәт бь кʼьнщед лайиԛ, шәрме у бәрбьһерийе хԝә бьхәмьлиньн, нә кӧ бь гӧли-гӧжанга, йан зерʼ, йан бь дӧрʼа, йан жи бь кʼьнщед бьһа,

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

9 هَ وِسا ژی اَز دِخازِم گو ژِنِگ جِلِگه گِیرهاتی بَرگَن و خو بِ حَیا و خوراگِرتِنه بِخَمِلینِن، نه بِ پِرچا هاتی وَهون، آن بِ زِرا و مرواریدا، آن بِ جِلِگه بُها،

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 2:9
20 Referans Kwoze  

Ya bajarê wêranbûyî, tê çi bikî? Tu cilên sor jî li xwe bikî, Bi xemlên zêrîn xwe bixemilînî jî, Çavên xwe jî kil bikî, Tu beredayî xwe rind dikî. Dildarên te, te red dikin Û didin pey kuştina te.


Çimkî Xudan ji gelê xwe razî ye, Ew nefsbiçûkan bi taca serketinê dixemlîne.


Xudan got: “Madem keçên Siyonê pozbilind in, stûyê xwe dirêj dikin, çav dişikênin û diçin, xirxalên lingên wan dikin şingînî, xwe dihejînin û rêve diçin,


Ma keçik xemlên xwe, Yan bûk cihêzê xwe ji bîr dike? Lê gelê min, rojên bêhesab ez ji bîr kirim.


Paşê Yêhû hat Yîzreyêlê. Gava Îzabel bi vê hesiya, çavên xwe kil kirin, porê xwe şe kir û ji pencereyê mêze kir.


Va ye jinikek pêşwaziya wî kir. Ew wekî fahîşeyeke xemilandî û fêlbaz bû.


Xulam taximên zêr û zîv û cilûberg derxistin dan Rebeqayê. Wî xelatên giranbiha dan dê û birayên wê.


Wê xirbeyên qedîm ava bikin, Wêraneyên salên berê dîsa çêkin. Wê bajarên ku xera bûne, Wêraneyên nifş bi nifş mane nû bikin.


Di roja sisêyan de Esterê cil û bergên şahbanûtiyê li xwe kirin û li hewşa hundir a qesra padîşah, li ber odeya text sekinî. Padîşah jî li ser textê xwe yê ku li pêşberî deriyê ketinê rûniştibû.


Ew ji bo xwe rûber çêdike, Cilên wê kitanê tenik û binevşî ne.


Nexwe, hûn çûn ku çi bibînin? Ma mirovekî ku cilên nermîn li xwe kirine? Ew ên ku cilên nermîn li xwe dikin di qesrên padîşahan de ne.


Hêz û qedir cilên wê ne, Bi xêr û xweşî li sibê dinêre.


lê bi kirinên qenc, wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite