Biblia Todo Logo
Bib sou entènèt

- Piblisite -




Tîmotʼêyo I 2:10 - Kurmanji Încîl

10 lê bi kirinên qenc, wek li wan jinan tê, yên ku eşkere dikin ku ew di riya Xwedê de diçin.

Gade chapit la Kopi

Peymana Nû (Încîl)

10 lê bi kirêd qenc, çawa li wan kʼulfeta dikʼeve, yêd ku navê xwedênasîyê hildane ser xwe.

Gade chapit la Kopi

Пәймана Ну (Инщил)

10 ле бь кьред ԛәнщ, чаԝа ль ԝан кʼӧлфәта дькʼәвә, йед кӧ наве хԝәденасийе һьлданә сәр хԝә.

Gade chapit la Kopi

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

10 بَلگو خو بِ شُله قَنج بِخَمِلینِن، هَ وِسا گو گِیر وان ژِنگه گو دَعوا دینداریه دِگَن تِت.

Gade chapit la Kopi




Tîmotʼêyo I 2:10
15 Referans Kwoze  

Di nav miletan de jiyaneke qenc bijîn. Û eger wek ku hûn xerabkar in ketma we bikin jî, bila kirinên we yên qenc bibînin û di Roja Edaletê de pesnê Xwedê bidin.


Ez bi kirinên te, bi hezkirina te, bi baweriya te, bi xizmet û bîhnfirehiya te dizanim û ez dizanim ku karên te yên paşî ji yên pêşî hê bêtir in.


Îcar li Yafayê şagirtek hebû, ku navê wê Tabîta bû, ku bê wergerandin bi mana «Xezal» e. Wê xwe dabû kirinên qenc û xêran.


Ji keda destê wê bidinê, Bila karên wê, li dergehên bajêr pesnê wê bidin.


Îcar, eger ev hemû tişt wê bi vî awayî ji hev belav bibin, divê ku hûn mirovên çawa bin? Divê ku hûn di jiyana pîroz û xwedayî de bijîn.


Ev peyv dilsoz e. Ez dixwazim ku tu li ser van tiştan rawestî, da ku yên bawerî bi Xwedê tînin, girîngiyê bidin kirinên qenc. Ev tişt ji bo mirovan qenc û bi kêr in.


Çimkî em berhema Xwedê ne û em bi Mesîh Îsa hatine afirandin, da ku em di van karên qenc ên ku Xwedê ji pêşî ve amade kirine de, rê ve herin.


Wî xwe ji bo me feda kir, da ku me ji her neheqiyê rizgar bike û ji xwe re paqij bike û bike gelê ku ji bo kirinên qenc bi xîret e.


Hingê Petrûs rabû û bi wan re çû. Çaxê ew gihîşt wê derê, ew birin oda jorîn. Hemû jinebî li dora wî rawestan, digiriyan û cil û kirasên ku hê Xezalê bi wan re bû çêkiribûn, nîşan didan.


Hêz û qedir cilên wê ne, Bi xêr û xweşî li sibê dinêre.


Bi vî awayî jî bila jin bi wergirtina xwerû, bi şerm û bi edeb xwe bixemilînin, ne bi honandina porê xwe, bi zêr, an duran, an jî bi cilên biha,


Bila jin bêdeng û tam bi guhdanê hîn bibe.


Swiv nou:

Piblisite


Piblisite